Hezaran kesên li ber derî: Em dê welatê xwe ji dagirkeran re bernedin
12:07
JINHA
RIHA – Li Kobanê ku ji aliyekî ve berxwedan berdewam dike, li aliyê din jî ji ber talankeriya çeteyên DAÎŞ’ê yên ji gundên Kobanê zarok û ixtiyaran datînin navçeya Pirsûsê ya Rihayê û careke din dixwazin vegerin Kobanê û tevlî berxwedana YPG’ê bibin. Li ber Deriyê Sînor a Kobanê ji serê sibehê ve bi hezaran kes amadene ku derbasî Kobanê bibin hene.
Piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê tê kirin berdewam dike, li ser hemwelatiyên sivîl jî komkûjiyan pêk tîne. Li ser talankirin û komkûjiya çeteyên DAÎŞ’ê gelek kes zarok û ixtiyarên malbatê car caran di bin têlên sînor û car caran jî di Deriyê Sînor a Kobanê derbasî navçeya Pirsûsê ya Rihayê dikin. Keç û xortên malbatê ku tevlî YPG û YPJ’ê dibin û hin kes jî piştî zarok, ixtiyar û nexweşên xwe tînin navçeya Pirsûsê careke din di derî de vedigerin. Di sînorên Kobanê de di nava du rojan de 280 ciwanên Bakûrê Kurdistan tevlî berxwedana YPG’ê û YPJ’ê bûn. Bi beşdariya ciwanan li aliyê din dengê coşa hemwelatî û şervanên YPG’ê dihate bihîstin.
‘Em dê axa xwe ji talankeran re bernadin’
Li aliyekî ku ciwanên Bakûrê Kurdistanê sînor derbas dikin û aktîf tevlî berxwedana YPG’ê dibin, li aliyê din jî ciwanên ku malbatên xwe anîne Pirsûsê û dixwaze careke din di deriyê Sînor a Kobanê de derbas bibin û gundê xwe biparêzin. Yek ji van Azad Ehmed, diyar kir ku wî duh êvarê 3 zarok, dayik, bav û hevjîna xwe aniye daniye navçeya Pirsûsê û ji serê sibehê ve ew li ber deriye ku careke din vegere û welatê xwe biparêze. Azad, anî ziman ku ew dê welatê xwe ji dagirkeran re nehêlin û ji ber vê yekê jî ew çi dibe bila bibe ew dê careke din vegere Kobanê û tevlî berxwedana YPG’ê bibe.
‘Kobanê bikeve dê Pirsûs jî bikeve ji ber vê yekê ez ê biçim cengê’
Hemwelatiyê ji navçeya Pirsûsê Osman Mahmût jî li ber derî rawestiyaye ku li benda derî vebe ew jî derbasî Kobanê bibe ye. Osman, da zanîn ku divê her kes ji bo parastina Kobanê di nava hewildanan de bin û anî ziman ku ew jî niha amadeye ku biçe Kobanê û tevlî berxwedana YPG’ê bibin. Mahmût, fikara xwe anî ziman ku dibêjin bi piştgiriya taybetî ya Tirkiyeyê û hêzên welatên din dixwazin Kobanê bixin û wiha got: “Em jî dibêjin heke Kobanê bikeve dê Pirsûs bikeve, deskeftiyên têkoşîna azadiyê ya Bakûrê Kurdistanê jî dê tu wateya xwe nemîne. An go dê Amed jî bikeve. Ji ber vê yekê ez bang li hemû kesan dikim ku tevlî berxwedana YPG û YPJ’ê bibin. Ez vê dibêjim heke bi min tenê jî mabe dê Kobanê nekeve û em dê nehêlin bikeve.”
‘Ji kesên dibêjin divê Kobanê vala bikin bawer nekin’
Emer Ehmed jî ku zarokê wî ji ber êrîşên DAÎŞ’ê birîndar bibû pêr êvarê rakiribû Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, niha careke din li ber derî dixwaze vegere Kobanê. Emer, da zanîn ku niha zarok û hevjînên wî li Kobanê maye û destnîşan kir ku ew dixwaze bi awayek aktîf tevlî YPG’ê bibe û Kobanê biparêze. Emer, destnîşan kir ku niha li Kobanê hin kesên xêrnexwaz dikevin nava gel û wek e fermanek rabûbe ya hemwelatiyan ditîrsîne da ku Kobanê bê valakirin. Emer, derbirî ku niha li Kobanê rewş asayî ye û divê ji van kesên ku dixwazin welatê me bê mirov bihêlin bawer nekin. Emer, bang li hemû gelê Rojava kir ku vegerin cih û warê xwe û tevlî berxwedana parastina welatê xwe bibin.
(ekip/zt)
