'Berxwedan incax bi berxwedanê bilind bibe'

12:22

JINHA


RIHA  - Parlementera HDP'ê Ayla Akat Ata, diyar kir ku berxwedan incax bi berxwedanê dê mezin bibe û wiha got: "Em dê li 3 perçeyên Kurdisatnê weke berxwedana Kobanê berxwedanekê li dar bixin."

Çalakiya nobetê yê li sînorê Kobanê ya li ser qada 25 kîlometreyan pêk hetê şevê berdewam kir. Serê sibê jî gelek welatî hatin sînor û nobet tê girtin. Parlementera HDP'ê ya Êlihê ya bi welatiyan re di nobetê de cih digire diyar kir ku ew berxwedana li Kobanê pêk tê dûr ve temaşe nakin û ji hêzên dûr piştgiriyê didin nabin û dê di nava berxwedanê de cih bigirin.

'Berxwedan berxwedana me ye'

Ayla, anî ziman ku berxwedan berxwedana wan e û wiha got: "Em dibêjin berxwedan berxwedana me ye û em jî xwe weke perçeyeke vê berxwedanê dibînin. Ji bo ku çeteyên DAIŞ'ê sînor derbas nebin û lojîstîk bê astengkirin vîneke me ya mezin heye. Lê ev vîn bi vîneke gelek mezin a zilmê pêk hat. Ligel vê yekê ev berxwedan dê bidome. Berxwedana Kobanê îro di roja 88'an de ye."

Ayla, anî ziman ku çalakiya li sînor dan destpêkirin heya êrîşên li dijî Kobanê bi dawî dibin dê berdewam bike û wiha axivî: "Hêj em di rewşa alîkariyên dewlet dide çeteyan bibirin de nîn in. Em jî dê vê yekê pêk bînin. Em li vir careke din bang li gelê xwe dikin tevkariya didin berxwedana Kobanê ya 88 rojin berdewam dikin tevlîbûna berxwedanê ye. Ji bilî vê yêkê tu rêbazên din tuneye. Berxwedan incax bi berxwedanê mezin bibe. Ji ber wê yekê divê gelê me hemû bê vir."

'Divê Şoreşa Rojava bê nasîn'

Ayla êrîşên dewletê yên li dijî berxwedana Kobanê jî nirxand û da zanîn ku gelek hêz ji sekna welatiyan a bi biryar nerihet in û wiha pê de çû: "Kesên vî welatî rêve dibin bûne perçeyek vê plansê. Lê em li vir careke din dibêjin. Em dê li 3 perçeyên Kurdistanê weke berxwedana Kobanê berxwedanê bildin bikin."

(zt)