YPG: Em amade ne bi Koalîsyona Navnetewî re hevkar bin
13:50
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN -Berdevkê Fermî yê YPG'ê Rêdûr Xelîl got kutank, panzêr, alav û navendên DAIŞ'ê yên derdora Kobanê eşkere xuya dikin û heta niha ji aliyê hêzên Koalîsyona Navnetewî nehatine bombebarankirin û wiha anî ziman: "Em amade ne li dijî 'terorê' bi Koalîsyona Navnetewî re bikevin nava hevkarî û kordînekirinê."
Di daxuyaniyeke çapemeniyê de Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel Rêdûr Xelîl wiha got: "Ev nêzî du hefte ne çeteyên DAIŞ'ê hêzên xwe ji gelek herêmên Sûriye û Iraqê anîne û li derdora herêma Kobanê kom kirine û ji hersê aliyan ve êrîş dikin. Çete bi hemû cure çekên giran û alavên leşkerî yên pêşketî ku Sûriye û Iraqê desteser kirine bikar tînin.Yekîneyên me û gelê herêmê ku bi derfetên biçûk ên heyî li ber xwe dide rastî êrîşên rêxistina herî hov û 'terorîs' tên."
Rêdûr Xelîl wiha dewam kir: "Derbeyên koalîsyona navnetewî tevî derengiyê jî, lê pêwîstiyeke girîng bûn. Derbeyên koalîsyonê yên li dijî DAIŞ'ê li tevahiya Sûriyeyê ne bes in û ne xwedî bandor in û bi teybetî barageh û deverên DAIŞ'ê yên dedora herêma Kobanê. Tevî ku cih, alav, tank, panzêr û navendên DAIŞ'ê eşkere xuya dikin û li pêşiya çavên her kesî ne jî, lê heta niha nehatine bombebarankirin."
Rêdûr Xelîl di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got: "Eger hêzên Koalîsyona Navenetewî cidî ne ku barageh û navendên çeteyên DAIŞ'ê yên derdora herêma Kobanê derbe bikin, em amade ne li dijî 'terorê' bi koalîsyonê re bikevin nava hevkarî û kordînekirinê. Em dikarin nuqte DAIŞ'êji wan re bi zelalî diyar bikin û hemû agahiyên nû yên derbarê cihên bicihbûna çeteyan bidin. Heta niha deverên ku ji aliyê koalîsyonê hatine bombebarankirin, hemû dûrî dever û eniyên şer in û beriya niha ji aliyê DAIŞ'ê ve wekî tedbîr hatine valakirin."
(zt)

