Endamê YPG'ê Şeyhmus Alak li Mêrdînê sipartin axê
14:40
JINHA
MÊRDÎN - Cenazeyê Endamê YPG’ê Şêyhmus Alak (Botan Mêrdîn) yê k udi şerek yê li herêma Qamuşloyê de jiyana xwe ji dest dayî li Mêrdînê ji aliyê hezaran welatiyan ve hat defin kirin.
Di 16’ê îlonê de li gundê Şermux yê girêdayî Qamişlo de şerek navbera YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de çêbû. Di wî şerî de Endamê YPG’ê Şeyhmus Alak (Botan Mêrdîn) li gel 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dan. Di saetên serê sibê de cenazeyê Şeyhmus ji Saziya Tiba Edliya Amedê hat girtin û bi konvoyekê ber bi Artuklu ya navenda Mêrdînê ve bi rêxistin. Li ber derê mizgefta Nuri Saruhan ya taxa Mansuriyê ya Artukluyê ya Mêrdînê ve ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşewazî kirin. Piştî nimêja cenaze bi meşekê ji bo definkirinê cenaze xistin rê. Welatî ber bi rêya bejayiya Midyadê ya nava Mêrdînê ketin meşê û hêrsa xwe bi duruşman anîn ziman. Jinan di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Şeyhmus rakirin. Ciwanan jî flamarên PKK, KCK û YPG’ê rakirin. Di dama meşa cenaze de dem dem welatiyan duruşmên weke “PKK întikam”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Kurdistan dê ji DAIŞ’ê re bibe mezar”, “Şehîd na mirin” û duruşmên girêdana bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve bilind kirin. Di bin dorpêça polîsan de meş heya goristana malbatê ya li taxa Mensuriyê sipartin axê. Di merasîma cenaze de li gel malbatê Rêvebera Şaxa MEYA-DER ya Mêrdînê Gulbeyaz Guneş, Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk, Şaredarê berê yê Êlihê Necdet Atalay li gel rêveberên DBP’ê jî din av de bi hezaran welatî amade bûn.
Şeyhmus Alak ji bo bêdawîtiyê hat oxirkirin
Di merasîma cenazede piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ciwanan sîroda “Çerxa Şoreşê” xwendin. Rêvebera Şaxa MEYA-DER ya Mêrdînê Gulbeyaz Guneş di merasîmê de axivî û got: “Ciwanên me di berxwedana Şengal û Kobanê de canê xwe feda dikin. Her ciwanek yê me yên k udi vê oxirê de canê xwe feda dikin rometa mene. Bila serê Kurdistanê saxbe. Emê tu carî şehîdên xwe ji bîr nekin.”
‘Divê em bibin layêqî şehîdên xwe û emê bibin’
Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk jî anî ziman ku dê tukes nikaribe hêza kurdan ji holê rake û wiha domand: “Gelê kurd nêzî serkeftinêne. Dê gelê kurd bigihe serkeftinê. Îro li Şengal û Kobanê berxwedanek mezin heye. Yên di vê oxirê de canê xwe feda dikin şehîdên Kurdistanê ne. Divê em li şehîdên xwe xwedî derkevin yan jî dê dîrok tucarî me hero neke. Divê em bi giyanek netewî li tekoşîn û şehîdên xwe xwedî derkevin. Hemû şehîdên Kurdistanê di dilê me de cihê xwe kirine. Emê tu carî wan ji bîr nekin. Emê tekoşîna wan zêdetir bilind bikin. Em sozê didin wan emê heya dawiyê di rêya wan de bimeşin.”
Ser navê malbata Şeyhmus Alak yê YPG yî dayîka endama YPJ’ê ya bi nasnav Armanç Viyan nav Ayşe Elban ya k udi şerekê de jiyan xwe jidest dabû Gulê Elban jî da zanîn ku ew dayîka hemû YPG yî û YPJ yiyane. Gulê anî ziman ku bila serê hemû kurdên xwedî romet saxbe. Gulê ji ber ser lingan zorî dikişand dawî li axaftina xwe anî. Merasîma cenaze bi duruşma “Şehîd namirin” bi dawî bû û welatiyên beşdarî merasîma cenaze bûyîn jî derbazî konê sersaxiyê yê li hemban taxê hatî vedan bûn.
(zt)

