Berxwedana Kobanê temîna baweriyan e

16:43

JINHA


RIHA  – Komeleyên elewiyan ên ji bo piştgiriya Kobanê hatin sînor diyar kirin ku şoreşa Kobanê temînata bawerî û gelan e.

Sekna welatiyên Kobanê yên dixwazin vegerin axa xwe li Deriyê Sînor a Murşîtpinarê ya Pirsûsê didome, heyeteke ji komeleyên elewiyan pêk tê hatin serdana rojavayiyên li sînor disekinin. Heyeta ku ji Federasyona Yekîtiya Elewiyan (ABF), Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD), Koma Fikr a Elewiyan a Levî Kalem û xebatkarên ji Rojnameya Zulfîkarê pêk tê piştî meşeke bi welatiyên Kobanê re hevdîtin pêk anîn. Heyeta ku bi pankarta “Em bi gelê Kobanê yê mazlûm re ne” meşiya dirûşmên “ Gelê Kobanê ne tenê ye”, “Cıvata elewî berxwedana Kobanê silav dike” berz kirin. 

Ev şoreşa temînata azadiyê ye

Li vir Serokê Giştî yê ABF’ê Fevzî Gumuş, Serokê PSAKD’ê Muslum Dogan, Serokê Koma Koma Fikr a Elewiyan a Levî Kalemê Cemo Dogan û Nûnerê Rojnameya Zulfîkarê Mehmet Yuksel axivîn û diyar kirin ku armanca wan a hatina sînor silavkirina berxwedana Kobanê ye û li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî mirovahiyê sûc dikin sekna xwe nîşan bidin e. Heyetê daxuyand ku çeteyên DAIŞ’ê avzêleke bi destê hikûmeta AKP’ê û hêzên emperyalîst ve li Rojhilata Navîn hatiye damezirandin e û heke li ser vê axê bi awayeke azad dixwazin jiyan û baweriyên xwe bidomînin divê ji bo berxwedana Kobanê piştgirî bê dayîn. Heyetê da zanîn ku dê çavdêriyên xwe yên li sînor bikin rapor û pêşkêşî rayagiştî ya Ewropayê û cihanê bikin.

(zt)