Welatiyên bertek nîşanî êrîşkar dan rastî mudaxeleya polîsan hatin
17:44
JINHA
AMED – Li navçeya Surê ya Amedê qatîlek bi satorê êrîşî zarokên ku li kolanê ji bo xwe disîstin kir û zaroka 13 sali ya bi navê Dîlan Kaderci birîndar kir. Welatiyan bertek nîşanî bûyerê dan û derketin qadê polîsan jî bi ava şid û gaza îsotan mudaxeleyî girseya gel kirin.
Li kolana Tulgar ya taxa Camikebîr ya navçeya Surê ya Amedê êrîşkarek bi gotina “Allahuekber” kete nava zarokên ji bo xwe dilîstin kir û di encama êrîşê de zarokak 13 salî Dîlan Kaderci birîndar kir. Êrîşkar ji aliyê polîsan ve hat girtin û birin qereqolê. Dîlana ji serî bû destê xwe bi darbê satorê hat birînkirin jî rakirin nexweşxaneyê. Di wê navberê de ji bo protestokirina êrîşkar welatî daketin qadê. Welatiyên ku bi hêrs dixwestin êrîşkar ber destê xwe ve bi gihînin polîsan bi ava şid û gaza îsotan mudaxleyî gel kirin.
(zt)
