Nasnameya jina ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye serjêkirin nehate hînbûn
17:55
JINHA
RIHA - Nasnameya jina ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû serjêkirin û cenazeyê danîbûn ber Deriyê Sînor yê Akçakaleyê nehate hînbûn. Cenazeyê jina hatiye serjêkirin, rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.
Çeteyên ku ev demek li ser Kobanê êrîş dikin duh jinek serjê kirin û cenazeyê wê jî danîn ber Deriyê Sînor yê Akçakaleyê. Cenazeya ku destên wê hatibûn kelepçekirin, piştî welatiyan agahî dan rayedaran, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê. Cenaze pişt re ji vir ji bo otopsî û diyarkirina nasnameyê ji Saziya Tiba Edlî ya Rihayê re hate şandin.
Li gor agahiyên ji rayedarên Saziya Tiba Edlî tu xwediyê cenaze derneketine û dan zanîn ku ger hate 15 rojan tu xwediyê wê derneyên, ew dê li Goristana Bêkasan a Rihayê bê definkirin.
(
