Dê jin ji bo 2’emîn Konferansa Jinên Cîhanê bên bahev

09:04

JINHA


AMED- Di bi beşdariya hezaran jinan de dê 2’emîn Konferansa Jinan ya Cîhanê di sala 2016’an de li Nepal pêkbê. Ji bo amadekariyên wê di bin pêşengiya DOKH’ê de di 27-28’ê Îlonê de Amadekariyên Civîna Rojhilatanavîn li Amedê bê kirin. Dê di konferansê di ji her çar aliyê cîhanê bi hezaran jin amade bibin. Dê jinên ji rêxistinên cuda û xwediyê ramanên cuda di wê konferansê de amade bibin û ramanên xwe par bikin. Dê di konferasê de herî zêde ser pirsgirêkên jin jiyan dikin, mêtîngerî û tundiya ser jinan bê nîqaşkirin û ji bo azadiya wan jî dê perspektîfên xuet bên pêşkêşkirin.  


1’emîn Konferansa Jinên Cîhanê li Payîtexta Venezuela Caracas di sala 2011’an de ji 43 welatan bi beşdariya 3 hezar û 500 jinan pêk hatibû. Niha jî amadekariyên 2’emîn Konferansa Jinên Cîhanê tê kirin. Dê 2’emîn Konferansa Jinên Cîhanê li Nepal di sala 2016’an de bê li darxistin. Dê di konferansê di ji her çar aliyê cîhanê bi hezaran jin amade bibin. Dê jinên ji rêxistinên cuda û xwediyê ramanên cuda di wê konferansê de amade bibin û ramanên xwe par bikin. Dê di konferasê de herî zêde ser pirsgirêkên jin jiyan dikin, mêtîngerî û tundiya ser jinan bê nîqaşkirin û ji bo azadiya wan jî dê perspektîfên xuet bên pêşkêşkirin.  


Dê ji bo konferansê jin li Amedê bicivin


Dê dibin pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê de di 27-28’ê Îlonê de li Amedê ji bo amadekariyên Konferansa Jinên Cîhanê Civîna Amadekariyê ya Rojhilatanavîn bê çêkirin. Dê du rojan mijarên weke “Madernîteya Kaputalîst polîtîkaya ji nû ve avakirina Rojhilatanavîn û encamên wê”, “Di Rojhilatanavîn de li dijî modernîzmeya kaputalîzmê bûna modela rêxistinbûna jinan û xeta hevbeş ya rêxistinbûnê”, “Di Konferansa Jinên Cîhanê de nirxandina pêvajoya giştî”, “Di Konferansa Jinên Cîhanê de rewşa heyî”, “Hilbijartina Koordînatoran”, “Fînans/fînansal bê alîbûn”, “Konseya Polîtik ya Jinan û di derbarê rêwîtiya Civîna 3’emîn ya Koordinatora Cîhanê de nirxandin û biryargirtin” bên nîqaşkirin.


(zt)