Ji SGD yê bo Kobanê 'Nobeta Jiyanê'
09:52
Dilan Karamanoglu/JINHA
STENBOL- Endamên Komeleyta Ciwanên Sosyalist di çarçoveya kampanyeya ‘Ji bo azadiyê rabin ser lingan’ ji bo Kobanê 24 saet dê ‘Nobeta Jiyanê’ bigirin. Zarokên Geziyê banga xwedîderketina li berxwedana gelê Konbanê û parastina Kobanê kirin.
Komeleya Ciwanên Sosyalîst ya Stenbolê (SGD) di çarçoveya kampanyeya “Ji bo azadiyê rabin ser lingan” bi şîara “AKP li hemberî DAIŞ’ê rabe ser lingan” dê 24 saetan “Nobeta Jiyanê” bigirin. Girêdayî çalakiyê Serokê SGD yê Îlke Başak Baydar diyar kir ku ew dibînin DAIŞ bi alîkariya AKP’ê êrîşî Kobanê dike û got: “Di vê çarçoveyê de me duh bi duruşma ‘Ji bo Kobanê rabin ser lingan’ duh di saet 14.00’an de ji bo nobeta jiyanê me konê xwe veda. Niha em ji bo Kobanê li vêderêne. Em weke zarokên Geziyê ji bo Kobanê li vêderêne.”
‘Li hemberî cînayetên jinan rabin ser lingan’
Îlke anî ziman ku yek ji armancekdinê ya çalakiya wan jî “Li hemberî cînayetnên jinan rabin ser lingan e” û wiha got: “Weke tê zanîn em di erdnîgariyek ya her roj 5 jin têde tê qetilkirin de dijîn. AKP qirkirinên jinan bi darazên xwe, polîs û bi her awayî hêza xwe hewil dide rewa dike. Îro di çapemeniya bircuwayan de Seda Sayan qatîlê jinan tîne bernamê û bi gotinên weke ‘binêrin çiqas şîrîne’ dibêje. Em polîtîkayên AKP’ê yên weke vê dibînin. Ji xwe emê di 25’ê Mijdarê Roja li Dijî Şideta ser Jinan Tekoşîna Navnetawî de vê mijarê bigirin dest.”
Ji zarokên Geziyê ber bi Kobanê ve
Îlke da zanîn ku di derbarê hişmendiya zanîngeh kirina wekek girtîgehên servekirî de jî tuştek nehatiye guherîn û wiha domand: “Bi salane em bûn şahidê şideta zagona YOK’ê di hindirê zanîngehan de ser xwendekaran. Em naxwazin polîsên li Geziyê Alî Îsmaîl û Berkîn Elvan qetilkirîn bibînin. Divê li hemberî van rewşan ciwan rabin ser xwe.”
Îlke di dawiyê de bang li zarokên Geziyê kir ku li berxwedana gelê Kobanê xwedî derkevin û Kobanê bi parêzin kir.
(zt)

