Banga jinên li xeta ser sînor: Îro roja yekbûnêye
10:50
JINHA
RIHA – Zincîra nobetê ya ku 30 kîlometre sînorê Kobanê girtiye her diçe mezin dibe. Jinên k udi berxwedanê de di pêş de cîh digirin bang li hemû jinên li Tirkiyê dijîn kirin û gotin: “Divê em di mala xwe de ne rawestin îro roja yekbûnêye, roja bilindkirina tekoşînêye. Roja piştevaniya gelê Rojava kirinêye. Divê em li hemberi yên dixwazin ser gelên Rojava qirkirinê bikin bê deng nemînin.”
Jin ji bo rawestandina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji 15’ê îlonê ve ser Kobanê berdewam dikin beşdarî berxwedana nobetê ya ser sînor bûne. Jinên ku beşdarî berxwedana nobeta ser sînor bûne bertek nîşanî di dema berxwedana Rojava de bêdengmayîna jinên li Tirkiyê dijîn dan. Jinên di berxwedanê de diyar kirin ku heya azadiya Kobanê dê li ser sînor çalakiya xwe berdewam bikin.
‘Çî dibe bila bibe emê heya dawiyê li ber xwe bidin’
Saniye Agbay ya ku ji Mêrsînê beşdarî berxwedan ser sînor bûyî û 6 rojin di berxwedana nobeta ser sînor deye got: “Em li vêderê 3 caran rastî mudaxeleya tund hatin. Weke heya niha me li ber xwedayî emê ji niha û pêde jî heya serkekftinê li berxwe bidin. Armanca me ya hatina vêderê rawestandina DAIŞ’ê û ew ji ser axa Kurdistanê derxistine. Ez dixwazim ji vêderê bang li hemû cîhanê bikim. Çî dibe bila bibe emê heya dawiyê li ber xwe bidin û van çeteyan ji ser axa Kurdistanê derxînin. Ev 6 roje me mal û zarokên xwe hêlane û em li vêderêne. Bê xwestin emê bi mehan bimînin.” Saniye bang li hemû jinan kir û wiha dom kir: “Bila her kes baldarbin, ev roj roja di mal de runiştinê nîne, îro roja dîrenişêye. Yên ku dixwazin Kobanê azad bibe bila hemu bên li vêderê. Rojava li ber xwe dide.”
Îor roja yekbûn û bilindkirina tekoşînêye
Hediye Demir ya ku ji Şirnexê hatî û li gundê Kopê nobetê digire jî got: “Ez neletê li DAIŞ’ê diberînim. Ez bang li hemû rêxistinên jinan dikim bil ali hemberî vî şerî rabin, ji ber herî zêde di şeran de jin û zarok mexdur dibin. DAIŞ jinên kurd li bazaran dijiroşin, qitildikin û bi her awayî wan perîşan dikin. Divê em li hemberî van qirkirinan bêdeng nemînin.”
Zekîre Malgaz jî anî ziman ku dê heya dawî li gel berxwedana Kobanêbin û wiha domand: “Ev 3 salin li Rojava şer berdewame. Îro ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê Kobanê di rewşek girandene. Ez li vêderê bang li hemû jinan dikim. Di malên xwe de ne sekinin. Îro roja yekbûn û bilindkirina tekoşînêye. Îro roja piştevanîkirina gelê Rojavaye. Divê em desê xwe bidin ser wijdana xwe û wiha tevbigerin. Serokatiya me ji bo me derfetên azadiyê avakiriye. Divê em jî lig ora wê tevbigerin.”
Meryem Enik ya k udi sînor de nobetê digire jî got: “Em ji bo Kobanê hatine li vêderê. Kobanê ye emey û emê tucarî nehêlin bikeve destê dijminan. Di dawiyê de emê bi serbikevin. Heya em saxbin emê girêdayî doza xwebin. Heya azadiya Kobanê emê li vêderêbin.”
(zt)

