Li hersê aliyên Kobanê pevçûn berdewam in

10:57

JINHA


KOBANÊ – Li herêma Kobanê şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de ev 11 roj in bi dijwarî didome. Şevê din li rojhilat û rojavayê herêmê pevçûnên herî dijwar rû dan.


Çeteyên DAIŞ’ê ku piştgiriya xwe ji dijminên gelê Kurd digirin, ev 11 roj in êrîşên xwe li dijî herêma Kobanê ranewestandine  û di êrîşên xwe de çekên giran û tankan li dijî gundên herêmê bi kar tînin. Li aliyê din hêzên YPG’ê û gelê Kobanê berxwedaniyeke bê hempa li dijî hovîtiya çeteyan didin meşandin.


Şevê din li rojhilat û rojavayê herêmê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de şer û pevçûnên giran rû dan. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, şervanên YPG’ê li rojavayê herêmê li dijî baregehên çeteyan çalakiyeke bi bandor li dar xistin. derbarê encamên çalakiyê de ji ber dijwariya pevçûnan, agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.


Berxwedana hêzên YPG’ê li hersê aliyên herêmê li dijî hovîtiya çeteyan berdewam e.


(zt)