Cemîleya lingekyê xwe wendakir: Kobanê ya meye dê ya me bimîne
11:16
JINHA
RIHA – Cemîle Şêxo ya ku 7 roj berê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên hovane ji gundên herêma Kobanê ber bi sînor ve direviya li mayînê qelibî û lingek yê xwe wenda kir got: “Ev bi rojane çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê dikin, lê di dawiyê de emê êrîşên wan valaderxînin. Kobanê ya meye û dê ya me bimîne. Divê hemû gelê kurd bibin yek û ji bo Kobanê tekoşînê bilind bikin.”
Ji ber giranbûna êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser herêma Kobanê jina bi navê Cemîle Şêxo ya ku ji gundên Kobanê 7 roj berê ber bi sînorê Pirsusê ve direviya li mayînê qelibî û lingek yê xwe wenda kir. Cemîle dayîka 4 zarokane neha tevî zarokên xwe li Navenda Çanda Amara ya Şaredariya Pirsusê dimîne. Cemîle diyar kir ku ew ji gundê Mexrib yê girêdayî Kobanêye dema ku êrîşên çeteyan ser gundê wan giranbûye wê zarokên xwe girtiye û ber bi sînor ve ketiye rê. Cemîle da zanîn ku dema ser rêya tirenê re derbaz dibû pêlî mayînê kir, hema lingek yê wê jêbû û ew 3 rojan li Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê hat razandin.
‘Ezê paşde vegerim Kobanê’
Cemîle anî ziman ku dema ew ji nexweşxaneyê derketiye li Navenda Çanda Amara ya Şaredariya Pirsusê ya ku weke kamp ji bo koçberên Kobanê hatiye çêkirin bicîh dibe û got: “Dema kum in ferqkir lingê min ketiye ser mayînê ez hinekî rawestiyem. Di destê min de zaroka min hebû. Min zaroka xwe da destê keça xwe ya mezin û paşê min lingê xwe ser mayînê rakir. Dema kum in lingê xwe rakir hema lingê min jêbû.” Cemîle bilêv kir ku ji bo xilaskirina zarokên xwe ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ew hat Pirsusê û wiha domand: “Ev bi rojane çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê dikin, lê di dawiyê de emê êrîşên wan valaderxînin. Kobanê ya meye û dê ya me bimîne. Divê hemû gelê kurd bibin yek û ji bo Kobanê tekoşînê bilind bikin.”
(zt)

