Dayikên Kobanê: Em amadene xaka xwe biparêzin
11:42
Îlon
26
/ 2014
JINHA
KOBANÊ - Dayikên Herêma Kobanê xwarinê ji bo şervanên YPG /YPJ’ê amade dikin. Dayikan diyar kir ku tu carî çete nikarin derbasî herêma Kobanê bibin
Bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê, dayikên herêma Kobanê xwarinê ji şervanên YPG/YPJ’ê re çê dikin. Her wiha dayikan destnîşan kirin ku ew amadene ji bo rakirina çekan li dijî komên çete şer bikin. Dayikan diyar kirin ku tu carî çete nikarin derbasî herêma Kobanê bibin.
Dayikan di dawiya axaftina xwe de gotin ku ew ê têkoşîna xwe di hemû riyan ji bo parastina xaka Kobanê berdewam bikin.
(zt)
