Navenda Çandê ya Amara ji bo Rojavayiyan bûye mala jiyanê
12:07
JINHA
RIHA – Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya Pirsusê ji bo welatiyên ji gundên Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane hatine Pirsusê bûye mala jiyanê. Hemû pêdiviyên 700 welatiyên Kobanê yên li kampê bi cîh bûne tînin cîh û bi şev jî ji bo ewlehiya wan bi dorê nobet tê girtin.
Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya dibiniya Şaredariya Pirsusê de xebatên xwe bi rêve dibe ji bo welatiyên ji gundên Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane hatine Pirsusê bûye mala jiyanê. Welatiyên Kobanê yên tên navenda çandê hinek li gel xizmên xwe bi cîh dibin û hinek jî li malên welatiyên Pirsusê tên bi cîh kirin. Lê bi qasî 350 zarokan, 200 jin û 150 kal jî li kampê dimînin. Her dem li kampê çun û hetinek heye. Ji ber wê jî bi awayekî rêkupêk nikare li wê hijmarek bê bidestxistin. Pêdiviyên kampê jî ji aliyê koordunasyona têde hunermendên NÇM’ê û Cîgirê Hevşaredarê Pirsusê jî di navê de cîh digirin ve tên dabînkirin. Bi rêkupêk her du roja carekê ekîb tê guherîn. Li kampê sê danan xwarin, av, pêdiviyên jin û zarokan tên dabîn kirin.
Bijîşkên dilxaz li kampê xebatê dikin
Ji bo deşîskirina û derbazkirina nexweşiyan li kampê bijîşkên dilxwaz dixebitin. Li gel wê jî depoyek ya ezaneyê û odeyek ya Muşadeyê hatiye avakirin. Yek ji bijîşkên dilxwaz dixebitin Yasîn Acar diyar kir ku ji ber alîkariya dewletê çênabe ew bi dilxwazî li kampê dixebitin. Yasîn da zanîn ku destura xwe ya salê girtiye û hatiye li kampê xebatê dike. Yasîn destnîşan kir ku ji ber nebûna ekîbek ya bê koordunekirin û guhertin ew zoriyan dikêşin. Yasîn anî ziman ku ew nizanin dê ji niha û pêde rewşa şer çawan be, çun û hatina kampê çawabe û got: “Divê em ji bo her tuştî amadebin.”
Bi hêza kêm li hemberî firsatçiyan nobetê digirin
Hunermenda NÇM’ê Emîne Kurt ya k udi koordinasyonê de cîh digire jî balkişand ser helwesta firstciyên dixwestin mirovên di kampê de bibin bi hêzekî zêde û muçeyek kêm di zeviyan de bidin xebitandin û got: “Divê gelê me li genberî van firsatciyan şiyarbin. Divê destur neyê dayîna firsatciyan. Me destur neda vêyekê. Ji bo astengkirina van helwestan em pergala bi şev nobet girtinê pêşxist û dest bi girtina ewlehiya kampê kir.”
(zt)

