Şev û roj sînor tê girtin
12:15
JINHA
RIHA - Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kobanê kir gel li sînorê Pirsus û Kobanê berxwedan da destpêkirin û didome. Welatî di nava rojê de li sînor zîncîra mirovan çê dikin û şevê jî şevê jî kontrolê xwe bêtir zêde dikin.
Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kobanê kirin, ji bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê gel li sînorê Pirsusê kom bû û li ser sînor berxwedan da destpêkirin. Li rojavayê Pirsusê li gundên Swêdê û Boydê, li rojhilat jî li gundê Elîzêr, Qop û Bidhê welatî şev û roj nobetê digirin. Welatiyên ji Sêrt, Wan û Erziromê hatin li gundên Boydê û Siwêdê nobetê digirin û şevê li ser sînor kontrolan dikin. Li nokteyên hatin diyarkirin welatî lêtên bicihkirin û nobetê digirin û wesayîtên di rê de diçin ji aliyê nobedaran ve tên kontrolkirin. Li sînor seatê carekê nobet tê guherîn û ligel kontrolan tevgera leşkerî jî tê şopandin.
Welatî bûn şahidên pevçûna li gundê Sîftekê yê Kobanê û piştî agahiya YPG'ê li eniya rojava darbeyên giran li çeteyên DAIŞ'ê dan hate welatiyan ev yekê bi keyfxweşî pêşwazî kirin. Li herêma rojhilat jî nobet berdewam dike.
Welatiyên duh ji Stenbolê hatin jî li gundê Bidhê hatin cihkirin. Li gundê Dêwşan jî ciwan bi motosîkletan li ser sînor geriyan. Li gundê Kop jî serê sibê 2 wesayît hatin ketina gund û dest bi sekînînê kirin. Pişt re wesayîtên leşkerî ji qadê veqetiyan çûn sînor.
(zt)

