DAIŞ gundên Pirsûsê topbaran dike
12:19
JINHA
RIHA - Çeteyên DAIŞ'ê yên ku êrîşî gundê Siftekê yê li rojavayê Kobanê dikeve dike û çeteyên DAIŞ'ê gundên Siwêdê û Mîrana Pirsûsê jî topbaran û gelebaran dike. Hate dîtin ku di êrîşê de çekên giran bi kar tînin û welatiyên ku li vî aliyê sînor nobetê digirin jî tên gulebarankirin. Balkêşe ku leşkerên tirk tu bersiv nedane vê êrîşa çeteyan.
Çeteyên DAIŞ'ê bi top û guleyan êrîşî gundê Siwêdê yê Pirsûsê kir û welatiyên ku li ser sînor jî nobetê digirin gulebaran dikin. Çeteyên ku bi top û hawanan êrîşî gundê Siftekê yê Kobanê dikin û bi vê êrîşê re êrîşî gundên Siwêdê û Mîranayê jî dikin. Guleya topê li nêzî gundê Mîranayê ket û ji vir dûman rabû, li gundê Siwêdê jî li derdora wesayîtên leşkerî gule dibarin. Şêniyên gund li hemberî vê êrîşî li ser sînor rêz bûn û hat dîtin ku leşker tu bersiiv neda vê gulebaranê.
Welatiyên ku li ser sînor nobetê digirin berê xwe dan rojavayê Kobanê û ber bi iwr ve bi rê ketin.
(zt)

