Zaroka keç ya ku rastî êrîşa bi satorê hat axivî

12:55

JINHA


AMED- Zaroka 12 sali ya bi navê D. K ya kul i navçeya Surê ya Amedê duh êvarî rastî êrîşa bi satorê hatî du hêvarî hat emelyatkirin û îro jî ji bo emelyata duyem ew sewqî Beşa Onkolojiyê hat kirin. Beriya emelyata duyem D. K got: “Di her lêdana darbek yê satorê de êrîşkar digot ‘allah û ekber’. Bi gotinên weke ez DAIŞ im qêr dikir. Piştî wê tuştek nayê bîra min.”


Li kolana Turgar ya taxa Cami Kebir ya navçeya Surê ya Amedê zaroka 12 sali ya bi navê D. K ji aliyê yê dihat îdiakirin ku endamê DAIŞ’ê ye ve rastî êrîşa bi satorê hat. Qatîlê tê gotin navê wî Mesude despêkê li serê zarokê xist paşê jî li mil û destê wê xist piştî êrîşê êrîşkar ji aliyê polîsan ve hat girtin. Zaroka rastî êrîşê jî hat rakirin Fakulteya Tibê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Dîlan li wê hat emelyat kirin û hat zanîn ku talokeya jiyana wê nemeye. Serê sibê ji bo emelyata duyemîn Dîlan ji Beşa Lezgîn ya Fakulteya Tibê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê rakirin Servîsa Onkolojî ya Plastik ya Cerrahiyê.   


Beriya zaroka bi navê D. K rakin emelyata duyem li pêşiya kamereya JINHA yê wiha axivî: “Ez ji cihê bavê xwe yê kar derdiketim. Ez ber bi malê ve diçum. Mêrek ruh dirêj derket pêşiya min û bi satorê êrîşî min kir. Dema ku êrîşkir di her derbek ya satorê de bi gotinên weke ‘allah û ekber  û ez endamê DAIŞ’ê me’ qêrdikir. Min qêr kir û xwe avêt kolana dinê. Paşê êdî tuştek nayê bîra min.”


 (zt)