Li gorî rewşa şer jiyana xwe birêxistin dikin
13:59
JINHA
EFRÎN - Bi dehan endamên Saziya Zimanê Kurdî ya herêma Efrînê ji bo rewşa awerte dest bi dewreya fêrbûna bikaranîna çekan kirin.
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dehan endamên SZK'ê ya bajarê Efrînê û herheft navçeyên wê (Şêrewa, Cindirês, Bilbilê, Şiyê, Şera, Raco û Mabeta) xwe li ser şêwazê bikaranîn, vekirin û girtina çekan û çawaniya şer û parastinê perwerde dikin. Endamên SZK'ê her wiha waneyên derbarê girîngiya xweparastinê û girêdana wan bi nirxên exlaqî yên mirovan re dibînin.
Rêvebera SZK'ê ya Efrînê Sozdar Mihemed wiha dibêje: "Armanca me xweamadekirina ji şer re ye. Em banga serok APO ya birêxistinkirina jiyanê li gor rewşên şer dibersivînin."
(zt)
