Bi hezaran welatiyên sînor derbas kirin di Kobanê denin
14:10
JINHA
RIHA – Ji ber zêdebûna êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê welatiyên herikîn ser sînor li gundê Etmanîkê re derbazî Kobanê bûn. Welatiyên destê hev girtin têlên sînor derbas kirin û derbazî aliyê Kobanê bûn. Hîna çuyîna welatiyan berdewam dike.
Li Deriyê Sînor yê Mirşîtpinarê re bi hezaran welatî bi duruşma “Bijî Berxwedan Kobanê” derbazî herêma Kobanê ya ku ji sê aliyan ve şer lê gur dibe bûn. Jig elek navendan gelek endamên saziyên sivîl, kal, pîr, ciwan û jin bi hezaran li deriyê sînor re derbazî herêma Kobanê bûn. YPG yiyan jî bi duruşmeyan welatiyên derbasbûn pêşewazî kirin.
Welatî û YPG yiyên gihiştin hev dengên duruşmên weke “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedan Kobanê” bilind kirin.
Derbasbûna deriyê sînor berdewame…
(zt)
