Salih Muslim: Banga lezgîn li hêzên navnetewî kir
15:05
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim banga lezgîn li hemû saziyên navnetewî kir ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin û hewl didin gelê Kobanê qir bikin, derbikevin.
Piştî ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê zêde bûn, her wiha dewleta Tirkiyeyê jî bi armanca qirkirina gelê Kobanê alîkariya çekan bi çeteyan re li dijî welatiyên sivîl dike. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim banga lezgîn li NATO, Yekîtiya Ewropa û hemû saziyên navnetewî kir ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê derbikevin û rê li ber qirkirina gelê Kobanê bigirin.
(zt)
