3 welatiyên ji Kobanê jiyana xwe ji dest dan

15:42

JINHA


RIHA - Li Kobanê 3 welatiyên ku di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bibûn û ji bo dermankirinê anîbûn nexweşxaneyên Rihayê jiyana xwe ji dest dan. 

Li Kobanê 3 welatiyên ku di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bibûn û ji bo dermankirinê anîbûn nexweşxaneyên Rihayê jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên bi navê Nurî Fatma (22) û Rênas Mahmut (18) li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, Leyla Osman (25) jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligola Rihayê jiyana xwe ji dest da. 

Cenazeyên Mahmut, Osman û Fatmayê ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Piştî otopsiyê dê cenazeyan bişînin Kobanê. 

(zt)