KCD-E: Roj roja serhildana neteweyî ye

15:47

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - KCD-E’yê li gelê Kurd ê li Ewropa dijîn banga rabûna çalakiyên serhildanê yên ku raya giştî ya demokratîk a cîhanê bixe nav tevgerê de kir.  KCD-E diyar kir çeteyên barbar ên DAIŞ di rojên dawî de bi piştgiriya AKP’ya faşîst a dargirker li ser Kobanê fûze û bombeyan dibarînin û wiha got: “Roj roja parastina rûmet û namûsê ye. Roj roja serhildana neteweyî ye.”


KCD-E ku daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir çeteyên DAIŞ ên di rojên dawî de bi piştgiriya AKP’ya faşîst-dagirker li ser Kobanê fûze û bombeyan dibarînin, ev çeteyên bi desteka AKP û bênavber  destek digirin li ber çavên cîhanê êrîşî Kobanê dikin. KCD-E ev xisûs diyar kir: “Rewşa Kobanê pir krîtîk e. Ger Kobanê bikeve wê hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê bikevin. Gelê Kurd bi ezmûna rûmet û namûsê re rû bi rû ye. Ketin û berxwedana Kobanê bi helwesta her kesekî ji me yên li Ewropa dijîn ve girêdayiye. Rewşa heyî gelek giran e. Divê gelê me bi leza vê krîtîkbûnê tevbigere û jiyana xwe bi rawestîne xwedî li rûmeta xwe derkeve. Her qada gelê me lê dijî divê ji bo Ewropa û raya giştî  ya cîhanê bixin tevgerê, pêwîste çalakiyên serhildana demokratîk pêş bixe. Roj roja parastina rûmet û namûsê ye. Roj roja serhildana neteweyî ye.”


(zt)