Çeteyên DAIŞ'ê gulebaran dikin leşkerên tirk temaşe dikin
16:02
JINHA
RIHA - Piştî li eniyên rojhilat û rojavayê Kobanê pevçûn dijwar bûn bi hezaran welatiyên nobet digirtin sînor derbas kirin. Welatiyên barîkata leşker û polîsan derbas kir bi hêzên YPG'ê re hatin cem hev. Çeteyên DAIŞ'ê dîsa welatiyên li sînorê Pirsusê gulebaran kirin û leşkerên tir jî ev yekê temeşe kir.
Pevçûnên li sînorê Kobanê û Pirsusê dijwar dibin. Di du rojên dawî de pevçûn li gundê Elîşar ê rojhilatê Kobanê û gundê Siftkê yê rojavayê Kobanê dijar dibin. Pevçûn ji duh şevê ve bi çetekên giran berdewam dikin. Piştî li xeta sînor pevçûn dijwar bûn bi hezaran welatiyên li sînor nobet digirin ber bi Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ve çûn. Welatiyên gihiştin sînor bi du aliyan de derbasî Kobanê bûn. Bi hezaran welatiyên hem ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hem jî li sînorê gundê Etmanikê derbas bûn û ji aliyê YPG'iyan ve bi slogana "Bijî YPG" pêşwazî kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê gulebaran kir
Çeteyên DAIŞ'ê welatiyên li gundê Siwêdê yê Pirsusê yê li hemberî gundê Siftekê yê Kobanê nobet digirin gulebaran kirin. Çeteyên DAIŞ'ê di seatên nîvro de çeteyên DAIŞ'ê topan û gule avêtin nokteyên welatiyan û seat di 15.10'an de careke din heman herêmê gulebaran kirin.
Leşkerên tirk temaşe dikin
Leşkerên li ser sînor hatin bicihkirin jî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî welatiyan tenê temeşa kir. Leşkeran êrîşa yekemîn jî temaşe kiribû.
(zt)

