Yekîtiya Star astengiyên jinan gotûbêj dike
16:18
JINHA
QAMIŞLO - Meclîsa Yekîtiya Star a Qamişlo yekemîn civîna xwe ya asayî lidar xist û têde çawaniya çareserkirina pirsgirkên rastî jinan tên hat nîqaşkirin.
Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Qamişlo yekemîn civîna xwe ya asayî li salona Seyran a li taxa Qenat El-Siwês hat lidarxistin. Civîn ku bi dehan endam û rêveberên meclîsaên Yekîtiya Star lê amade bûn, bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Henîfe Hisên rewşa şer a dawî li herêmên Rojavayê Kurdistanê nirxand. Henîfe Hisên bal kişand ser helwesta dewleta Tirk û siyaseta ya neyînî ku li hemberî gelê Rojava dide meşandin.
Henîfe got ku jina Kurd ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gelek astengî û êşan dikşîne û jiyan dike û diyar kir ku jin di hemû aliyên şoreşa Rojava de roleke aktîf û çalak bicih tînin. Di civînê de her wiha hemû raporên du mehan ên kar û çalakiyên meclîsên Yekîtiya Star yên Qamişlo û gundên wê hatin xwendin.
Di dawiya civînê de girêdayî pirsgirêk, astengiyên rastî jinan tên û çawaniya çareseriya van pirsgirkan nîqaş hatin kirin.
(zt)
