Sînema di nav çar çiyan de..
08:49
Mîhrîcana Mafên Mirovan a Navnetewî ya 2’yemîn a Dêrsimê ku yekem sînemaya li ser bingeha mafên mirovan li Tirkiyê tê lidarxistin e, di navbera 25-29’ê gulanê de pêk tê. Mijara îsal a Mîhrîcanê, “Mafên mirovan, zarok, jin û xweza” ye.
Hazal PEKER / Hangul OZBEY - JINHA
DÊRSIM – Mîhrîcana Mafên Mirovan a Navnetewî ya 2’yemîn a Dêrsimê ku yekem sînemaya li ser bingeha mafên mirovan li Tirkiyê tê lidarxistin e, di navbera 25-29’ê gulanê de pêk tê. Mijara îsal a Mîhrîcanê, “Mafên mirovan, zarok, jin û xweza” ye.
Ji bo Mîhrîcana Mafên Mirovan a Navnetewî ya 2’yemîn a Dêrsimê ku îsal di navbera 25-29’ê gulanê de pêk tê, demeke kin ma. Şaredariya Dêrsimê malovaniya mîhrîcana ku yekem sînemaya li ser bingeha mafên mirovan li Tirkiyê tê lidarxistin, dike. Mîhrîcana fîlman ku duh dest bi rêwîtiya xwe kir, vê rêwîtiyê îsal jî didomîne. Di mîhrîcana par di navbera 20-29’ê gulanê hat lidarxistin de, 64 fîlmên dirêj, belgefîlm, fîlmên kin û anîmasyon, gelek derhêner, çêker, lîstikvan û panelîst amade bûn. Di desteya şêwirmendiyê ya îsal a mîhrîcanê de, hostayê belgefîlman Enîs Riza, akademisyen û profesor Selahattîn Yildiz, derhênera ciwan a belgefîlman Bîngol Elmas, xebatkarê Kolektîfa Mezopotamya Sînemayê Memet Dalmaz û xebatkarê Şaredariya Dêrsimê Mahmut Nîzam Ozlutaş cih girt.
Gelek çalekî tên lidarxistin
Mîhrîcan îsal jî bi bernameyeke xurt, li bajarekî ku sînemaya wê tuneye, tê lidarxistin. Mijarên fîlmên mîhrîcana îsal, “Mafên mirovan, zarok, jin û xweza” ye. Di Mîhrîcana Mafên Mirovan a Navnetewî ya 2’yemîn a Dêrsimê de, fîlmên li welat û yên biyanî tên nîşandan. Ji bilî fîlman, gotûbêjên bi ekîbên fîlman re, panel, gera li bajêr ji bo zarokan atolyeya sînema tên lidarxistin. Ji ber ku li bajarekî biçûk û bê sînema yê wekî Dêrsimê de mîhrîcaneke li ser bingeha mafên mirovan tê lidarxistin, organîzasyon watedartir dibe.
Çend ji fîlmên welêt, derveyê welêt, dirêj, kin û belgefîlmên ku di mîhrîcanê de dê bên nîşandan, ev in:
“Fîlmên Herêmî, Zeynel Dogan: Babamın Sesi (Dengê Bavê Min), Ozcan Alper: Gelecek Uzun Sürer (Pêşeroj Dê Dirêj Be), M. Caner, Mehmet Bînay: Zenne, Yuksel Aksu: Entel Köy Efe Köye Karşı (Gundê Entel li Hemberî Gundê Efe), Çiğdem Vitrinel: Geriye Kalan (Yê Li Dû Mayî). Fîlmên Biyanî: Asqahar Farhadî: Veqetînek, Danis Tanovic: Dema Xeyalkirina Jiyaneke Xweş, Denis Villeneuve: Agirê Di Hundirê Min De, Mei Hu: Konfiçyus, Ahmed İmamovic: Belvedere.”
(hp/xo)

