Ji bo zaroka min di rê de ne mire …
09:18
Azê Boran/JINHA
HEWLÊR – Necal ya ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Şengalê neçar mayî koç kirî di rê de hem mirin û hem jî ji nû ve jiyanbûn dît. Necal diyar kir ku dema wan koç kiriye ew ducanîbûye û di rê de zarok aniye dunyayê û got: “Ez ji tîn û birçînan li ber mirinê bûm lê ji bo zaroka min ne mire min li ber xwe dida. Ji ber em tan di sînorê mirinê de bûn û tam jî di wê demê de zaroka min hat dunyayê.”
Di 3’ê yê Tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê bi awayek herî hovane êrîşî Şengalê kirin û li ser gel qirkirin kirin. Welatiyên ku ji qirkirina Şengalê karîn canê xwe rizgar bikin neçarî koçberiyê bûn û heya bakurê Kurdistanê jî belavbûn. Koçberiya Şengaliyan li bakur, başur û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Necal ya ku mehekê di rê de meşiyaye jî da zanîn ku wê di rê de hem mirin û hem jî ji nû ve jiyan dîtiye. Necal destnîşan kir ku ev saleke ew zewiciyî û wiha got: “Di rê de zaroka min hat dunyayê. Bi wî halî ve jî ez di rê de dimeşiyam. Ji bo ku zaroka min di rê de ne mire ez dimeşiyam.” Necal balkişand ser di rê de mirina bi hezaran zarokan ji tîn û birçînan û wiha domand: “Ez ji dîn û birçînan hindik mabû bimirim. Lê tenê ji bo ku zaroka min ne mire min li ber xwe dida. Ji berk u em li ber sînorê mirinê bûn û di rewşek wiha de zaroka min hat dunyayê.
‘Ezê zaroka xwe ser axa xwe mezin bikim’
Ji bo derbazbûna aliyê Tirkiyê Necal ser sînor bû û wiha berdewam kir: “Emê niha carekdinê biçin ser sînor lê dizanim ku carekedinê emê vegerin. Zaroka min di van rêyan de hat dunyayê, lê emê vegerin ser axa xwe. Min bêriya axa xwe kiriye. Zaroka min di rê yan de çavên xwe li jiyanê vekir, lê ezê zaroka xwe ser axa xwe mezin bikim.”
‘Bila navê wî Mazlum be…’
Necal ya ku zaroka wê di rê de hatî dunyayê anî ziman ku hevalan yanî YPG yiyan navê zaroka wê lê kiriye û wiha dom kir: “Gotin bila navê wî Mazlûm be. Mazlûm kîbû nizanim. Lê wan ji bom in gotin Mazlûm kiye. Mazlûm yekê berxwedanvanbûye. Dema ku zaroka min jî hat dunyayê wî jî b imin re dest bi berxwedanê kir.”
‘Dê ji bo zarokên me pêşerojek azad avabikin’
Necal balkişande ser berxwedana PKK’ê ya ku heya niha jî kesê destê alîkariyê dirêjî wan nekiriye û wiha pêde çu: “Heger PKK nebana niha kes sax ji Şengalê ne di filitîn. Ewan em rizgar kirin. Heger PKK nebana niha min û
Zaroka xwe me jiyan nedikir. Heval axa me diparêzin. Dê ji bo zarokên me pêşerojek azad û Şengalek azad avabikin. Em bi her tuştên xwe deyîndarê PKK’ê ne. Emê heya dawiya temenê xwe li gel wan bin.”
(zt)

