Qedexeyên hişmendiya kurtaj û Roboski yek dibîne!

09:46

Sarya Gozuoglu - Şehriban Aslan / JINHA


AMED – Piştî gotina Recep Tayyip Erdogan ya “Tu ferqa kurtajê ji Qilabanê nîne” girêdayî hişmendiya kurtajê Koordînatora TAPV û Rêvebera Bernameyan Eylem Karakaya got: “Piştî vê muhabetê hem di aliyê personelan de û hem jî di aliyê gel de weke kurtaj qedexeye tê zanîn. Lê zagon nehatine guhertin. Bi van gotinan re qedexeyek civakî hat pêşket.”


Heta mafê jinan yê kengê bixwazin bibin xwedî zarok jî ji destê wan hatiye girtin. Ji ber wê jî di van demên dawiyê de jin ji bedena xwe dur ketine û ji jiyanê biyanî bûne. Koordînatora Wexfa Pîlana Malbatan ya Tirkiyê (TAPV) Eylem Karakaya ji bo ku girêdayî mijarê jinan agahdar bike di biniya TAPV yê de hinek bernameyên weke perwerdê amade kiriye. Eylem girêdayî mafê jinan yê zayînê jî da zanîn kul i cihê têgiha “Bernameya malbatê” têgiha “rêkupêk kirina zayînê” ew zêdetir di cîh de dibînin û di xebitînin. Eylem balkişande ser di demên berê de bernameya malbatan wiha got: “Ji ber bê mafbûna van rewşan em êdî gotina ‘Terminolojiya duzena zayînê’ dipejirînin.”


‘Armanc jin bedena xwe binasin’   


Eylem girêdayî duzena zayîna jinan jî wiha domand: “Ji ber zayîn girêdayî bedena jinane ji ber wê jî divê despêkê bedena xwe binasin. Dema ku bedena xwe binasin dê li gorî dixwazin jî bikarin bedena xwe bi xebitînin.”


‘Di dîtina rêbazan de jin zorê dibînin’


Eylem destnîşan kir ku divê jin kengê bixwazin şert û mercên xwe ji bo ducaniyê amade bibînin wê demê ducanî bibin ev girêdayî wan be û wiha berdewam kir: “Lê li welatê me di van demên dawiyê de ve derfet hatine teng kirin. Jin di dîtina rêbazan de zoriyê dikêşin. Jin weke ku rêbazên kurtajê hatine qedexekirin nêz dibin û ne li gorî şertên jiyana xwe ducanî dimînin. Ji ber piştî axaftina Tayyip Erdogan di sala 2012’an de ya ‘Tu ferqa kurtajê ji Qilabanê nîne.’ Ji wê demê ve êdî hem di aliyê personelên tenduristiyê û hem jî di aliyê gel de weke ku kurtaj qedexeye tê dîtin. Lê zagon ne hatine guherîn. Bi van gotinan hinek qedexeyên civakî pêşxistine.”


Eylem anî ziman ku ew vê bernameya xwe ne tenê ji bo jinan di saziyên civakî hemû yan de jî didin. Eylem diyar kir ku bi van hewildanên xwe ew dixwazin mijarên weke jin û şidet bînin rojevê û wiha pêde çu: “Di her pêvajoyên tenduristiyê de û her roj jin rastî şidetê tê. Di be ku her roj hemû jin lêdanê naxwin. Lê her roj di aliyê tenduristiyê de rastî şidetê tên. Em hewil didin hem di saziyan de û hem jî din ava jinan de vê hişmendiyê bidin çêkirin.”


 (zt)