Di kemîna Volkan El-Firat de 20 çete hatin kuştin
10:31
JINHA
KOBANÊ - Endamên Odeya Çalakiyan a Volkan El-Firat li başûrê herêma Kobanê kemînek li dijî çeteyên DAIŞ’ê danî û di encama kemînê de 20 çete hatin kuştin û miqdareke çek û cebilxaneyê hate desteserkirin.
Duh saet di 17.30’an de çeteyên DAIŞ’ê li başûrê herêma Kobanê hewl dan êrîşî endamên Odeya Çalakiyan a Volkan El-Firat bikin û ketin kemîna endamên Odeyê. Di encamê de şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de rû dan û 20 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Di encama pevçûnê de 2 cenazeyên çeteyan jî ketin destê endamên Odeyê û miqdareke çek û cebilxaneyê jî hate desteserkirin. Her du cenazeyên ketin destê endamên Odeyê bi kincên sivîl bûn û li ser destên wan şopa derziyan hebû.
Di encama pevçûnan de çekên hatine destserkirin ev in: “6 çekên kilaşînkof, çekeke BKC, çekeke RBG, 1000 fîşekên BKC, 600 fîşekên kilaşînkof û 2 topên RBG.”
(zt)
