Bijîşk li gorî rewşa şer xwe birêxistin dikin

10:46

JINHA


QAMIŞLO - Meclîsa Tenduristiyê ya bajarê Qamişlo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicih anî û jiyana xebatkarên xwe li gorî rewşa şer birêxistin kir.


Bi armanca bersivandina banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêxistinkirina jiyanê li gorî rewşên şer Meclîsa Tenduristiyê ya bajarê Qamişlo civînek lidar xist. Di civîna awarte ya meclîsê de bi dehan bijîşk û dermansaz amade bûn . Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Seroka Meclîsa Tenduristiyê Menal Mihemed pêwîstiya amadekirina meclîsê ji bo piştgiriya YPG/YPJ'ê anî ziman. Menal  bang li hemû kadroyên tenduristiyê kir ku bersivê bidin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peywirên xwe bicih bînin.


Di dawiya civînê de seferberiya hemû girûpên tenduristiyê hate ragihandin, bernameyên nobedariyê ji bo parastina tenduristiya welatiyan hatin danîn û endamên Meclîsa Tenduristiyê soza şopandina riya tekoşeran dan.


(zt)