Heta serê sibê di çeperên berxwedanê de man

11:33

JINHA


RIHA - Welatiyan ku ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê ku di bin êrîşên çeteyan de ye li ser tevahiya sînor nobetê digirin. Li Kobanê şevêdin heta serê sibê şer berdewam bû. Hate diyarkirin ku hin balafiran serê sibê li rojhilatê Kobanê hin cihên vala dane ber bombeyan. 

Berxwedana gel a Kobanê li gel hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi çekên giran didome. Bi hezaran welatiyên ji bajarên Bakûrê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê hatine jî li ser tevahiya sînorê Kobanê nobetê digirin. Welatî li vir ev bi rojan in, li hemberî êrîşên hov yên polîs û leşkerên tirk li berxwe didin û ji ser sînor naqeliqin. 

Gelek welatiyên ji Wan, Erzirom û Sêrtê hatine da ku li gundê Boydê nobet digirtin, piştî ku çeteyan li hemberî girê Zorava yê Kobanê kir, çûn gundê Siftekê ya li hemberî vê heremê. Dema gundê Siftekê di destê YPG de bû leşkerên tirk leşker li vir cih kiribûn. Dema gund kete destê çeteyên DAIŞ'ê leşkerên tirk ji vir vekişiyan. 

Hate dîtin ku piştî, êrîşên YPG'ê yên berfireh gelek çete mirin. Endamên çeteyan kuştiyên xwe ji heremê bi wesayîtan birin. Vê demê çeteyan welatiyên li gundê Siwê dê Pirsûsê dan ber guleyan. Leşkerên tirk tu bersiv nedan vê êrîşê û welatiyan jî bertek nîşanê wan dan. 

Piştî bû şev li heremê şer di navbera YPG û çeteyên DAIŞ'ê de li girê Zorava bi tund bû. Welatiyên li vî alî jî bi sloganên "Bijî Berxwedana YPG" û "Bijî Berxwedana Kobanê" piştgirî dan şervanan. Welatiyên ku li ser sînor nobet digirin li vir rêyan jî kontrol dikin. 

(zt)