Şêxê Şerabiyan: Em ê ciwanên xwe tevlî YPG'ê bikin

11:43

JINHA


SERÊKANIYÊ - Şêxê Êla Şerabiyan Elaa Rezîko da zanîn ku ew ê ciwanên êla Şerabiyan bi çek bikin û wan tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin.


Di navbera Êla Şerabiyan a Ereb û endamê Komîteya Têkiliyên Doplomatîk yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hisên Koçer de li navevenda komîteyê civînek hat organîzekirin. Di civînê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, Endamê Komîteya Rêxistinî û Doplomatîk ya YPG'ê Hisên koçer bal kişand ser berxwedana YPG/YPJ'ê û diyar kir ku hêzên dijbertiya Rêveberya Xewseriya Demokratîk dikin hewl didin ku tevliheviyê di navbera hemû pêkhatiyên Rojava ku bi awayekî hevbeş parastina xaka Rojava dikin, derbixin.


Ji aliyê xwe de Şêxê Êla Şerabiyan Elaa Rezîko da zanî ku ew bi YPG'ê re ne û wê ciwanên xwe bi çek û rêxistin bikin û tevlî hêzên YPG'ê bikin. Elaa Rezîko got ku ew ê mil bi mil li rex Yekîneyên Parastina Gel li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bisekinin û parastina herêmên xwe bikin.


(zt)