Li Silêmaniyê ji bo Kobanê greva birçibûnê hat destpêkirin

14:56

JINHA


SILÊMANIYÊ - Li Silêmaniyê ji bopiştgirî dayîna Kobanê ji aliyê Rêkxirawî Henasekanî Niştiman ve li ber Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya greva birçibûnê da destpêkirin.

Li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê û bêdengiya Herêma Federal a Kurdistanê ya li hemberî êrîşên çeteyan DAIŞ'ê şermezar bikin li ber Parlamentoya Kurdistanê ya Silêmaniyê çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ji hêla Rêkxirawî Henasekanî Niştiman hat destpêkirin. Çalakgeran diyar kirin ku heta rayedarên Herêma Kurdistan bersiveke erênî bide wan ew ê çalakiya xwe bidomînin. 

Çalakgeran daxwazên xwe wiha rêz kirin: "Serokê parlamentoyê ji bo Kobanê divê bi awayekî fermî bang li dewletên din bike. Civînek taybetî bi rêveberên Kantona Kobanê re bê çêkirin. Daxuyaniyek fermî ji bo pêşmergeye biçin Kobanê bê dayîn. Alîkariyê bi penaberan bê kirin." 

(zt)