DAIŞ'ê bajarê Kobanê topbaran kir

15:03

JINHA


KOBANÊ - Beriya çend deqeyan çeteyên DAIŞ'ê bajarê Kobanê bi tankan topbaran kirin.


Çeteyên DAIŞ'ê ji 15'ê îlonê ve êrîşên xwe li dijî herêma Kobanê bi hemû hovîtiya xwe didomînin. Nûçegîhanê ANHA'yê ragihand ku çeteyan DAIŞ'ê yên li aliyê rojhilatê herêmê bicih bûne, îro bi tankan bajarê Kobanê topbaran kirin û beriya çend deqeyan 3 top li bajar ketin.


Derbarê ziyanan de tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.


(zt)