Ji YPG’ê çalakiya bi bandor
16:19
Îlon
27
/ 2014
JINHA
KOBANÊ – Hêzên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li başûrê herêma Kobanê çalakiyeke bi bandor li dar xist. Di encamê de ziyanên giran bi çeteyan bûn.
Nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku îro saet di 15.00’an de li derdora gundê Êdiqê yê başûrê herêma Kobanê, şervanên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyeke bi bandor li dar xist.
Di encamê de 20 çete hatin kuştin û cenazeyê du çeteyan jî di destên şervanên YPG’ê de ne. her wiha di heman çalakiyê de 11 çekên kilaşînkof hatin destserkirin.
(zt)
