Belgeya hevkariya Tirkiye û Siûdiyê bi DAIŞ'ê re

17:40

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Hevkariya dewlet Tirk û Erebistana Siûdî ya bi çeteyên DAIŞ'ê re di belgeyek ku Televizyona El-Cedîd ya Libnanê de hat îsbatkirin.


Malpera El-Hedes News'ê di nûçeyekê de diyar kir ku belgeyek ketiye destê televizyonên Erebî û têde diyar dibe ku. Li gorî Belgeya ku ketiye destê televizyona El-Cedîd a Libnanê, Sekreterê Giştî yê Meclîsa Ewlehiya Niştîmanî ya Erebistana Siûdî Bender bin Sultan karên xwe yên hevkarî û piştgiriya bi komên çete re dewam dike.


Erebistana Siûdî beriya niha gelek caran ragihandibû ku ew li dijî DAIŞ'ê û alîkariya wê ye, lê agahiyên di belgeyê de hemû axaftin û daxuyaniyên Siûdiyê yên derbarê qedexekirina alîkariyan komên çete, berovajî dikin û derew derdixin.


Li gorî belgeyê, bi riya balafireke antonov 124-100-150 barek çekên Ramstein ji Balafirgeha Almanî Georgia Tbilisi radestî Balafirgeha Tirkiyeyê Etimesgut hatine kirin.


Belge diyar dike ku barê yekemîn ê çekan ji bo herêma Wanê ya Bakûrê Kurdistanê hat şandin û ji wir ve gihiştin destê DAIŞ'ê. Barê duyemîn jî ji bo balafirgeha Amedê ya Bakûr hatin şandin û ji wir ve radestî DAIŞ û Eniya Îslamî (El-Cebhe El-Îslamiye) hat kirin. Barê sêyemîn jî şandin herma Eylat a Filistînê û ji wir veguhestin herêma Sînaa ya Misrê.


Di belgeyê de hat zanîn ku Emîr Bender bin Sultan amadebûna xwe ji bo alîkariya van koman nîşan daye û ji bo vê jî miqdarekî mezin ê pereyan veqetandiye. Di vî karî de Serokê Dîwana Melekî ya Erebistana Siûdî Xalid  Bin Ebdulezîz Bin Ebdulmuhsin El-Tiwêcrî hevkariya Emîr Bender dike.


Dewlet Tirk di 25'ê îlonê de gelek çek ji çeteyên DAIŞ'ê yên ku êrîşî herêma Kobanê dikin re şandin û radestî çeteyên ku li gundê Ên El-Bet ê li rojhilatê herêmê kirin.


Beriya niha welatiyên herêma Kobanê ku derbasî Bakurê Kurdistanê bubûn diyar kirin ku hikûmeta Tirkiyayê 11 tank bi riya trênê ji çeteyên DAIŞ'ê re şandine. Li aliyekî din jî duh Berdevkê Asayîşa Rojhilatê herêma Kobanê Mustefa Dadilî heman agahî piştrast kirin û got ku dewleta Tirk alîkariya locostîk û çeteyan di  ser sînor re dişîne ji çeteyên DAIŞ'ê re û çete bi van çek û cebilxaneyan êrîşî gelê herêma Kobanê dikin. 


(zt)