Meclisa Jinan a BDP: Azadî dê bi têkoşîna rêxistinbûnê pêk bê

12:02

Esra Gultekîn / JINHA


AMED – Di 28’ê nîsanê li Enqerê 2’yemîn Kongreya Meclisa Jinan a BDP’ê bê lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan Pelîn Yilmaz, diyar kir ku bi amadekarî û xebatên kongreyê  armanc dikin ku rêxistinbûna jinê ya hevpar li pêş bixin, Pelîn bal kişand ser pêvajoyê û wiha got: “Em wekî Meclisa Jinan a BDP’ê dibêjin divê jin di siyasetê de aktîf cih bigire, rol û misyona xwe ya pêvajoyê bîne cih. Ji bo me tişta herî girîng jî ev kongre dê bibe kongreya rêxistinbûnê.”


Meclisa Jinan a BDP’ê dê 28’ê nîsanê li Enqereyê 2’yemîn kongreya xwe li dar bixe. Meclisa jinan bi vê vesîleyê lez dan xebatên xwe. Kongreya jinan dê bi dirûşma “Jinên bi rêxistinkirî, Rizgariya Demokratîk û Jiyaneke bi azad” bê lidarxistin. Her wiha kongre dê diyarî 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatî qetilkirin bikin. Berdevka Meclisa Jinan a BDP’ê Pelîn Yilmaz der barê plansaziya xwe ya pêşerojê, pêvajoyê û xebatên kongreyê de nêrînên xwe anî ziman.


‘Li dijî zîhniyeta serdest têkoşîn’


Pelîn Yilmaz, di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka kongreyê û da zanîn ku ji ber pêvajoyê neçar man ku dîroka kongreyê taloq bikin. Pelîn, da zanîn ku bi navê operasyonên KCK’ê gelek endamên BDP’ê hatin girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dê bi kongreya xwe bersiv bidin operasyonên siyasî. Jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin rastî zîhniyeta serdest tê. Lê jinên têkoşer tu carî dev jî berxwedanê berneda. Li dijî operasyonan, zext û zordariya dewlet û serdestiyê dê kongreye de peyama xurtkirina rêxistinbûnê bê dayîn.”


Kongreya Rêxistinbûnê


Pelîn, got ku ji bo ji pêvajoyê re bibin bersiv divê rêxistinbûna jinê xurt bibe û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ev kongre dê bibe kongreya rêxistinbûnê. Ji bo kongreyê li gund, bajarok, navçe û bajaran gelek civîn hat lidarxistin. Em kongreya xwe di pêvajoyeke girîng de li dar dixin.  Di Newroza Amedê de nameya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan hat xwendin û birêz Ocalan bal kişand ser rol û mîsyona jinê. Em jî dê bi xebat û rêxistinbûna xwe bersiv bidin daxwazên wî.”


‘Yekîtiya jinê girîng e’


Pelîn, destnîşan kir ku dê kongreyê de pêyama yekîtiyê bê dayîn û bi HDK û KCD’ê îtîfaqeke bi hêz avabikin. Pelîn da zanîn ku ne tenê bi jinên kurd re jinên rum, ermen, ereb, arnavut, çerkez û hwd. re xebatên hevpar bidin meşandin, ji bo azadiyê rêxistinbûna xweser a jinê girîng e.  Pelîn wiha axivî:  “Jin li hemberî pêvajoyê bi fikar nêz dibe. Ji ber ku di nav 10 salên ku serdestiya AKP’ê heye, di çarseriya pirsgirêka kurd de AKP polîtîkaya dirûtiyê dimeşîne. Her wiha ji bo meclisa me tişta herî girîng sererastkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji bo pêvajo baş bimeşe divê birêz Ocalan azad bibe. Emê di kongreyê de azadiya birêz Ocalan binîn ziman.”


Berdevka Meclisa Jinan Pelîn Yilmaz, di axaftna xwe de bal kişand ser qetilkirina jinê û got ku her roj li Tirkiyeyê 5 jin tê qetilkirin. Pelîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî qetilkirina jinê divê jin qiyametê rake. Ligel pirsgirêka netewî pirsgirêka ku jin dijî jî heye û divê jin vê tiştî baş binirxine û têkoşîneke hevpar bide meşandin.”


Komîsyona Jinên Aqilmed


Pelîn, diyar kir ku di Komîsyona Mirovên Aqilmed de temsîliyeta jinê nîne.  Pelîn wiha dawî anî axaftina xwe: “Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk di civîna xwe de biryara avakirina  Komîsyona Aqilmendên Jin girt.  Ji bo me ev biryar girîng e. Ji bo me gotinên jinan girîng e. Di her pêvajoyê de gotineke jinê heye.”


Wêne-Dîmen: Esra Gultekîn, Ruken Çelîk


(la)