Li Payîzovayê dê jin rengê xwe bidin navçeyê

08:43

Berivan Sumer / JINHA


WAN – Ji bo amadekariyên xebatên xwe yên dema pêş yên 5 salan Şaredariya Payîzovayê jin tevlî biryargirtinên xwe kirin. Civanknas Çîgdem Kaya diyar kir ku jin ji ber beşdarî vê bernameya pirojeyên dema pêş bûn memnunyetên xwe anîn ziman û got: “Cîhgirtina jinan di vê projeyên de hem em û hem jî jinên beşdarbûn kêfxweş kirin. Ji bo pêşxistina bajarekê her dem nêrînên jinan giringin.”


Şaredariya navçeya Payîzova ya Wanê bernameya projeyên xwe yên 5 salan derxist û dê bi wê bernameyê xebatên xwe berdewam bike. Yek ji şaredariyên DBP’ê yên bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan û tevlîbûnek xurt jî Şaredariya Payîzovayêye. Şaredariya Payîzovayê bi hişmendiya rengê jinan dayîna navçeyê, nêrîna jinan tevlî xebatên navçeyê kirin û bi hişmendiya bajarê jinan navçe ji nû ve avakirin dest bi xebatên xwe yên 5 salan dikin. Şaredariya Payîzovayê bi vê hişmendiyê ket  hilbijartinan û bi hişmendiya hevşaredariyê bi ser ket. Cara yekem jin beşdarî nava xebatên xwe yên biryargirtinê kirin. Civaknasa Şaredariyê Çîgdem Kaya beşdarbûna nêrînên jinan ya van karan girîng dît û wiha got: “Ji ber jin hînî xebatek wiha nebûne, ji ber wê jî dema beşdar bûn din ava şaşwaziyê debûn. Şanaziya jinan ya beşdarbûna vê xebatê em jî şanaz kirin.”


‘Em bi tevlîbûna jinan dikarin navçeya xwe xweşik bikin’


Çîgdem diyar kir ku divê jin zêdetir zindî beşdarî nava xebatên civakî bibin û di vî warî de talebên jinan girîng dît û wiha berdewam kir: “Dema ku em bi jinan re hatin ba hev jinan ji bom e kêmanî û pirsgirêkên navçeyê gotin. Emê jî ser van pirsgirêkan bikevin rê û dest bi xebatê bikin. Emê despêkê talebê jinan bînin cîh. Ji ber em dikarin bi jinan re vê navçeyê xweşik bikin.”


‘Em tenê dikarin bi jinan re serbikevin’


Çîgdem balkişand ser giringiya nêrînên jinan ji bo başkirina navçeyê û xebatên navçeyê yên pêşerojê û wiha domand: “Herî zêde pirsgirêkên jinan em bandor kirin. Her jina ku mafê gotinê girt despêkê pirsgirêka avê anî ziman. Me pirsgirêkên navçeyê yên herî bingehîn derxistin pêş. Jinan j ime xwestin ji bo xwe semt bazarê avabikin. Emê jî bi qasî ji destê me bê emê alîkariya jinan bikin û talebên wan bînin cîh. Em tenê dikarin van pirsgirêkan bi jinan re çareser bikin.”


(zt)