Zehmetiyên amadekirina îsota sor ya tuj …

09:55

JINHA


AMED Zoriyên îsotên tuj yên ser sifrê dixwiyên ji tujiya wan zêdetire. Heya ew îsot şîn dibin çê dibin, sor dibin û paşê jî ji nava zeviyê tînin malê, di vê pêvajoya gihiştina îsotan de jin kedek mezin didin. Dema ku wan îsotan ji nava bîstanan tînin malê jî nû ve keta zor despêdike. Ew îsotên kul i bazaran weke  îsota sor ya toz tê firotin bi kedek mezin ya jinên Farqînê tê amadekirin. Di heman demê de jinên Farqînê ji bo aboriya xwe vî karê amadekirina îsotan dikin.


Li taxa Tekel ya navçeya Farqînê ya Amedê jin îsotên sor ji nava bîstanan kom dikin tînin hişk dikin dihêrin û dikin îsota toz û li bazaran difiroşin. Despêkê dema ku îsotan ji nava bîstanan tînin di navê de dikin du beş û ser paçek mezin li ber tavê radixin. Dema ku îsot hişk dibin li ber tavê dêndikên wan jî ji navê der dixin û di conî de hur dikin. Wan îsotan dixin hindirê paşetan û hindik ronê zeyîtê ser wer dikin. Paşê derdixin 20 deqeyan aliyek, 20 deqeyan jî aliyê dinê bi qiştî 40 deqeyan didin ber rojê. Paşê ew dibe îsota toz û amade dibe. Wê îsotê dixin qewqnozan û dixin cihên honik. Jin ji xwarina xwe zêdetir çêdikin û di firoşin.  


Wêne: Beritan Canozer


(zt)