Li sînorê Pirsûs û Kobanê herkes şyar e!
10:07
JINHA
RIHA - Nobeda Berxwedanê li gundê Elîzêr berdewam dike. Ayşe Gokkan di civîna ku bi gel re girt de got ku ew ê heya Kobanê rizgar bibe çalakiya xwe berdewam bikin û xwest ku her kes û nasên xwe vehewîne ser sînoran û got: ““Di nava rojhilata navîn de navê PKK’ê bûye hêza parastina rewa ya gel. Me gelek bedel dan heya ev çê bû. PKK’ê di sedsala 21’emîn de di pêşengiya Rêber Apo de planên serdestan xirab kir.”
Nobeda Berxwedanê li sînorê Pirsûs û Kobanê li gundê Elîzêr di roja 9’emîn de berdewam dike. Li hemberî gundê Elîzêr li gundên Kobanê Elîşar û Mêrsimêl pevçûnên di navbera DAIŞ û YPG’ê de berdewam dikin. Ji hêla din ve ligel hemû astengiyan û êrîşên DAIŞ û leşkerên tirk jî li ser sînor li noqteyên nobedê yên wek Dewşen, Qop, Bêdhê û Elîzêr berxwedan didome. Di saetên şevê de gelê ku li Elîzêr nobedê digire li hev civiya û rewşa heyî nirxandin.
‘Navê PKK’ê bûye hêza parastina rewa ya gel’
Ayşe Gokkan di derbarê rewşa şer de hin agahî dan girseyê û xwest ku ji nûçeyên derew û telefonên ji wan re tên bawer nekin û berxwedana xwe bidomînin. Ayşe her wiha ji gel xwest ku her kes banî nas û kesên xwe bike da ku li ser sînor nobedê bigirin û wiha got: “Di nava rojhilata navîn de navê PKK’ê bûye hêza parastina rewa ya gel. Me gelek bedel dan heya ev çê bû. PKK’ê di sedsala 21’emîn de di pêşengiya Rêber Apo de planên serdestan xirab kir.”
‘Berxwedana YPG’ê û YPJ’ê deh salan teknolojiya wan têk dibe’
Ayşe ji girseyê re got ku sekna wan berxwedana wan bi rûmet e û wiha dom kir: “Em ê li ber Rojava bin. Çi ji me bixwazin em ê amade bin. Ger em çavkaniyên xwe nexwînin, haydar nebin herkes dê ji me re derewan bike. Çapemeniya tirk 40 salî ji me re derew kir. Lê îro berxwedan heye. Bi telefonan bawer nebin. Kobanê hemû derfetên xwe ji bo şer amade kirin e. Ewqas ne erzane bikevin Kobanê. Berxwedana wan bi rûmet li cîlanê belav bû ye. Her roj berxwedana YPG’ê û YPJ’ê deh salan teknolojiya wan têk dibe. Kengî çi ji me bixwazin em nizanin. Duh gotin sînoran rakin we bi rûmet rakir, sibê çi bêijn em ê amade bin. Êşa me bû yek dermanê me rehetir bû. Em hemû bi berxwedan, yekîtî li cem hev bisekinin. Ger Amerîka mirov bûna ew rûreşiya hanê temaşe nedikirin. Ji bo vê yekê em ê hem li ber xwe bidin hem jiyanê organîze bikin.”
Ayşe li ser jiyana gund jî rawestiya û wiha got: “Dema em ji vî gundî çûn divê ji me re bibêjin rêxistin hat me rêxistin kir û çû. Bila gundî jî tevli komunan bijîn. Sibê emê televizyon û rojnameyên xwe bînin vir. Em ê sibê saet li deh û nîvan li ser sînor zincîra mirovan ava bikin. Gundî divê dema em derketin êdî parastina xwe ava bikin. Em ê meclisên xwe ava bikin. Dema em ji vî gundî çûn em ê rêxistinê li pey xwe bihêlin. Em komunan bajar bi bajar çêdikin. Em li kuderê man em ê wan jî tevlî jiyana komunal bikin. Em şirîkê jiyana vir in. Em bibêjin Elîzêr keleha berxwedanê ye keleha rûmetê ye.”
Civîna ku bi deqîqeyekê rêzgirtin dest pê kir bi dirûşmên “Bijî Berxwedana YPG’ê” bi dawî bû.
Piştî civînê ji bo asayişa gund hin ciwan hatin peywirdar kirin. Kesên din jî bi stranan şevê derbas dikin.
(ekip/zt)

