Dermankirina birîndarên kobanî li Pirsûsê didomin

10:21

JINHA


RIHA - Şervanên YPG'ê yên ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê têk birin, berxwedana li hemberî çeteyan didome. Şevê din 12 welatiyên ku di mala guleya topê lêket de birîndar bûn ji bo dermankirinê anîn nexweşxaneyên Riha û Pirsûsê.

Çeteyên DAIŞ'ê yên ku li hemberî berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê tengav dibin dest bi êrîşkirina sivîlan kirin. Çeteyan şevê din guleya topê avêtin gundê Elîşarê û li malekê ket. Di encama teqîna guleya topê de 4 jê bi giranî 12 welatiyên li malê bÛn birîndar bûn. Birîndarên bi navê Sitki Esmakalî, Osman Sîncan, Ahmet Bujî, Fethî Mahmud û Abdulkadir Alî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, Xelîl Omer, Xelîl Ehmed, Muhamed Bozan û Şakir Xanî rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Haranê û Sabrî Cacî û Mahmud Şêxo jî rakirin Xweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Rihayê. Dermankirina 12 birîndaran hê jî didome.

Her wiha dermankirina Bozan Berkel ê ku şevê din ji hêla leşkeran ve bi dîpçîkan hatibû birîndarkirin li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Haranê hê jî didome. 

Birîndarên ku me li xweşxaneyan bi wan re hevdîtin çêkir, bang li her kesî kirin ku cihê xwe li cem berxwedana Kobanê bigirn û tev^li berxwedanê bibin. 

(zt)