Parêzgerê Kerkûkê daxwaza serbestberdana Abdullah Ocalan kir

10:29

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzgerê Kerkûkê Dr.Necmedîn Kerîm ji serokomariya Tiriyeyê xwest ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest were berdan û wiha got: "Tenê Ocalan dikare Doza Kurd çareser bike." Necmedîn da zanîn ku YPG'ê gel diparêze û gelek dezgehên çapemeniyên hewl didin ku wêneyekî berovajî li ser wê nîşan bibin.


Parêzgerê Kerkûkê û Endamê Polîtburoya YNK'ê Dr.Necmedîn Kerîm beşdarî kongira Partiya Demokrasiya Gelan a li Amerîka bi navnîşana (li Rojhilata navîn rastiya nû ya Kurdan) de hat lidarxistin bû. Di Kongreyê de hevserokê HDP`ê Selahedîn Demirtaş, hejmarek ji parlemantiyên Kurd li Tirkiyeyê tevî hejmarek kesayetiyên siyasî û nûnernên hikûmet û civaka sivîl û pisporên karûbarên Kurdî amade bûn.


Dr. Necmedîn bang li hemû hêzên Kurd kir ku li heberî 'terora' rêxistina DAIŞ'ê bibin yek û bi yek ref bisekinin. Dr. Necmedîn her wiha bal kişand bi ser trajediya mirovî ya li Şengal û Kobanê ku bi destê DAIŞ'ê rû dide û got: "Gelên Şengal û Kobanê birayê me ne û divê her kes destê alîkariyê bo wan dirêj bike."


‘Tenê Ocalan dikarê Doza Kurd çareser bike’


Necmedîn da xuyakirin ku piştgiriya îro Tirkiyeyê dide 'terorê' dê heman encamên kêmasiya Amerîka bi piştgiriya li Talîbanî li Afganistanê kiriye bide. Her wiha ji Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdoxan daxwaz kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê serberstberdan û got: "Tenê Ocalan dikarê Doza Kurd çareser bike û kêşeyên di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û Kurdan de ber alî bike, aştî û aramiyê bicih bike."


Girêdayî Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  jî Necmedîn tekez kir ku YPG'ê gelan diparêze û diyar kir ku  hin sazî û dezgehên çapemeniyê ji ber ejîndeyên teybet wêneyeke nerast li ser YPG'ê belav dikin. Necmedîn da xuyakirin ku hemû nûçe û agahiyên van dezgehan ji rastiyê ve dûr in û got ku YPG'ê îsbat kiriye û bi gelê xwe re dilsoz e û ji bo parastina gel rojane qurbaniyan dide."


(zt)