Li rojava û rojhilatê Kobanê şer giran e

10:49

JINHA


KOBANÊ - Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yê di 15'ê îlonê ji aliyên rojava, başûr û rojhilatê bi çekên giran êrîşî herêma Kobanê kirin, di roja 14'emîn de didomin. Li hemberî van êrîşan ji bo parastina gel û xaka herêmê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi derfetên kêm û çekên sivik li ber xwe didin û rê nadin ku çete li dijî welatiyan komkujiyan bikin.


Şevê din jî li aliyê rojhilat û rojavayê herêmê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Di van şeran de çeteyan çekên giran û pêşketî bikar anîn. Tê gotin ku şer û pevçûn heta niha jî bi dijwariya xwe didomin. Li gorî nûçegîhanê ANHA'yê, şervanên YPG'ê li eniya rojava derbeyên giran li DAIŞ'ê dane. Gelek çete hatine kuşti, lê hejmara çeteyên kuştî nehat diyarkirin. Her wiha gelek hêzên YPG'ê gelek çek û cebilxane ji çeteyan desteser kirine. DAIŞ'ê hemû hêza xwe ya li Sûriyeyê tevî zarokên ku di şer de bikar tîne biriye herêma Kobanê û ji aliyên rojava, başûr û rojhilatê ve bi çekên giran êrîş dike. Duh  jî çeteyan bi tankan êrîşî bajarê Kobanê kirin û di encama ketina hin topan li bajar de welatiyekî sivîl jiyana xwe jidest da û 6 kes jî birîndar bûn.


Çeteyên DAIŞ'ê girseya li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê di çalakiya nobetê de ye jî hedef girtin û top avêtin wan. Ev yek li pêş çavên leşkerên Tirk pêk hat. 2 roj beriya niha jî dewleta Tirk bi trenê çek nû û cebilxane ji çeteyên DAIŞ'ê yê li gundê Ên El-Bet ê herêma Kobanê re şand. Piştî vê yekê tevilê çeteyan li dijî şervanên YPG'ê çek û guleyên cureyeke nû bikar anîn. Di encamê de hin şervanên YPG'ê bi şehrê ketin. Gelek lêkolîber û çavdêr dibêjin ku ev guleyên dewleta Tirk dane çeteyan û li dijî şervanên YPG'ê hatine bikaraîn xwedî serikên kîmyawî ne.


(zt)