Li Efrînê Kampa Rûbar hat vekirin

10:51

JINHA


EFRÎN - Li gundê Basilê yê herêma Efrînê Kampa Penaberan a bi navê Rûbar hat vekirin. 
Ji bo wekatiyên ku ji ber êrîşên çeteyan cih û warê xwe terk kirine û vegerin warên xwe duh li gundê Basilê yê navçeyan Şêrewa ya herêmê bi merasîmekê Kampa Rûbar hat vekirin. Kamp bi dirûşmeya 'Bi hev re ji bo mirovahiyê' ji hêla Wezareta Karûbarên Civakî û Kar a herêma Efrînê ve hat vekirin. Di merasîmê de bi dehan xebatkarên rêxistinên mirovî û alîkariyan ên herêmê, nûnerên hikûmetê û saziyên civaka sivîl amade bûn. Kamp ji bo koçberên hemû herêmên din ên Sûriyeyê hatiye vekirin. Heta niha li kampê bi dehan kon û hin navendên tenduristiyê hatine danîn.
Wezîra Karbarên Civakî û Kar a herêmê Erîfa Bekir got ku ji bo hemû penaberan ev kamp hatiye vekirin û wiha axivî: "Kamp ji bo pêşwazîkirina koçberên hemû herêman amade ye." Bekir diyar kir ku divê rêxistinên mirovî û alîkariyan ên navneteweyî piştgiriya kampê bikin û alîkariyan pêşkêşî wê bikin da ku karibe bi hezaran malbatên koçber bicih bike.

Niha li kampê hin malbatên koçber hene û tê payîn ku di rojên pêşde hemû koçberên li dibistanan hatine bicihkirin werin kampê.

(zt)