2 welatiyên di şer de birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan

11:00

JINHA


RIHA – Welatiyên bi navê Orhan Cîlîhan (25) û Osman Naîf (24) ên ku di şerê Kobanê de birîndar bûbûn û ji bo dermankirinê anîbûn xweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Muhammed Alî (25) yê ku di şerê şevê din de birîndar bû ji bo dermankirinê anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. 

Berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyan bênvber didome. Welatiyên bi navê Orhan Cîlîhan (Şêx Mustafa) û Osman Naîf ku di şerê 20'ê îlonê de birîndar bûbûn û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku malbata Cîlîhan hêj negihîştine Rihayê cenaze rakirin morgê û li wir tê rawestandin. Cenazeyê Mustafa jî ji bo otpsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. 

Her wiha di şerê ku şevê din qewimî de Muhammed Alî birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Hate zanîn ku rewşa Muhammed baş e. Hate hînbûn ku zarokê 10 salî Şiyar Ahmed ê ku di encama teqîna mayinê de bi giranî birîndar bûbû û Ridvan Îzedîn (24) ku li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngehê Haranê tên dermankirin hê jî rewşa wan xetereye.

(zt)