Li eniyên Kobanê 43 çete hatin kuştin

11:15

JINHA


KOBANÊ - Şervanên YPG'ê girên gundê Komlikê yê başûrê herêma Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û û 43 çeteyên DAIŞ'ê kuştin.


Nûçegîhana ANHA'yê ragihand ku şervanên YPG'ê şevê din li eniyên rojava, başûr û rojhilatê herêma Kobanê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ'ê dane. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, şervanên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li derdora gundê Mersmêl ê li rojhilatê Kobanê çalakiyeke bibandor lidar xistin. Di encamê de 30 çete hatin kuştin û tirimpêleke Humer a çeteyan hat rûxandin. Li gundê Komilk ê li başûrê herêmê jî di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar derket û di encamê de şervanên YPG'ê girên gund ji çeteyên DAIŞ'ê ve paqij kirin. Di van pevçûnan de herî kêm 3 çete hatin kuştin.


Di navbera YPG û DAIŞ'ê de li Zincîra Girên Gundê Seftikê yê li rojavayê herêma Kobanê şer û pevçûn dewam kirin. Di encamê de 10 çete hatin kuştin, tirimpêleke leşkerî ya çeteyan hat rûxandin û 3 tirimpêlên din jî derbe xwarin. Li Zincîra Girên Gundê Menazê yê li başûr-rojavayê herêmê şer û pevçûn di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de didomin. Çeteyên DAIŞ'ê ku di 15'ê îlonê de ji hersê aliyên herêmê ve dest bi êrîşên li dijî Kobanê kirin, di roja 14'emîn êrîşên xwe didomînin.


(zt)