Ligel barîna baranê sînor terk nekirin

11:18

 


JINHA


RIHA - Pevçûnên di navbera şervanên YPG û çeteyên DAIŞ'ê de heya serê sibê bê navber berdewam kirin û berxwedana li sînor a welatiyan jî ligel barîna baranê berdewam kir.

Pevçûnên di navbera YPG û çeteyên DAIŞ'ê de bi dijwar berdewam dikin. Pevçûnên şevê din seat di 23.00'an dest pê kirin heya serê sibê seat di 04.00'an de berdewam kir. Hate ragihandin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li rojavayê Kobanê yên li gundê Merîmêle zêde bûn di encama bombebaranê de şikestin. Welatiyên li gundê Dewşen ê nêzî sînor nobetê digirin berdewam dike. Welatiyên ligel barîna baranê sînor terk nekirin şahidîniya pevçûnan kir. Welatiyan bi slogana "Bijî berxwedana YPG'ê" piştgirî dan şervanên YPG'ê yên çeteyên DAIŞ'ê qewirandin. Çeteyên DAIŞ'ê bi guleyên hewanê êrîş li gelê piştgirî dan YPG'ê kir.

Çeteyên DAIŞ'ê derbas kirin rastî astengiya leşkerên tirk hat

Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşên wan şikestin şevê din jî êrîş li sivîlan kir. Çeteyên DAIŞ'ê şevê din li sînorê Mersîmêle welatî gulebaran kirin. Welatiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin sînor rastî astengiya leşkerên tirk hat. Ligel astengiyan welatiyên piranî zarok derbasî aliyê Pirsûsê bûn.

Nobetên berxwedana rojhilat û rojava

Berxwedana gel a di navbera gundên Siwêdê û Boydê yên rojhilat û gundên Elîzêr û Dewşen ên Pirsûsê ligel barîna baranê berdewam dike. Barana di seatên şêvê de dst pê kir û serê sibê bi hêz bû tu bandor li gel nekir û gel cihê xwe terk nekir. Welatiyan weke her şev, şevêdin jî heya serê sibê li sînor nobet girtin û bi motosîkletan geriyan û kontrol li ser sînor pêk anîn.

Agir hilkirin û govend girtin

Parlementerê HDP'ê Îbrahîm Ayhan û Parlementera Wanê Aysel Tugluk bi welatiyan re heya serê sibê nobet girtin. Welatiyên li sînor agir hilkirin û bi stranan govend girtin.

(zt)