Hevdîtina heyetê ya Îmraliyê heta 30’ê Îlonê hat taloqkirin

11:57

JINHA


STENBOL - Hevdîtina heyeta HDP'ê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatiba taloqî 30'ê îlonê hate kirin.

Di daxuyaniya nivîsîkî ya ji aliyê Buroya Çapemeniyêya HDP'ê ve hate kirin de Heyeta HDP'ê li bendêbûn ku îro bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne lê bi hinceta "rewşa hewayîa taloqî 30'ê îlonê roja sêşemiyê hatiye kirin" Heyeta HDP'ê rojên borî çûbûn Qendîlê û du rojan hevdîtin pêk anîbûn û pişt re bi rayedarên hikûmetê re jî 3 rojan li ser hev, hevdîtin pêk anîbûn.

Bi taybet piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û daxuyaniyên KCK'ê hemû kes bi merek li benda daxuyaniyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.

(zt)