Çalakiya nobotê rastî êrîşa çakdarî hat
12:32
JINHA
KOBANÊ - Kesên nediyar êrîşî çalakiya nobetê ya li gundê boydê yê Rihayê kirin, lê di encamê de tu ziyan negihişt kesî. Li şûna wan fîşekên mor û nivîsên dewleta Tirk li ser in man.
Li gundê Boydê ê girêdayî Pirsûsa Rihayê yê li ser sînor Rojava Kurdistanê ku welatiyên Bakûr ev çend roj in ji bo astengkirina derbaskirina çeteyan çalakiya nobetê digirtin. Şevê din saet di 02.00'an hin kesên nediyar bi tirimpêleke sivîl êrîşî çalakvanan kirin û gule li wan barandin û reviyan. Di encamê de tu ziyan negihişt kesî.
Li cihê bûyer qalikên fîşekên ku mor û nivînsên dewleta Tirk li ser in hatin dîtin.
Çalakvanên li ser sînor nobetê digrin gotin ku wê heta dawiyê çalakiyan bidomînin û li hemberî xwedîderketina li Kobanê tu caran tu kes nekare wan asteng bike.
(zt)

