Kobaniyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin

13:31

JINHA


RIHA - Welatiyên Kobanê ku nahêlin ki deriyê sînor derbasî Kobanê bibin dest bi çalakiya rûniştê kirin.

Welatiyên Kobanê piştî şer dijwar bû xwestin vegerin Kobanê û li ser sînor ji hêla polîs û leşkeran ve li ber Parka Şah Suleyman hatin astengkirin. Welatiyên ku li ser sînor tên astengkirin. Hate ragihandin ku sedema nehiştina welatiyan bi hinceta "Îro yekşem e û roja betlaneyê ye" tê astengkirin. Welatiyên ku hatin astengkirin li ber barîkatên leşker û polîsan dest bi çalakiya rûniştê kirin. 

Hêj duh (şemiyê) ligel ku roja betlaneyê bû destûr dihat dayîn ku welatî vegerin Kobanê.

(zt)