Piştî emeliyetê di eniya berxwedanê de cihê xwe girt

13:34

JINHA


RIHA - Welatiyê bi navê Zekî Aşan piştî emeliyeta kataraktê ya ji çav xwe derbas kir berê xwe da sînorê Kobanê û ci berxwedanê de cihê xwe girt. Aşan ji Wanê tevlî berxwedanê bû û 4 rojin bi hevalên xwe re li sînor nobetê digire. Dayîka bi navê Susin Encu ya ku keçekî wê di nava YPJ'ê de cih digire ya Roboskiyî jî diyar kir ku ji bo Kobanê heya dawî dê ber xwe bidin.

Li sînorê Kobanê û Pirsûsê berxwedana gele her roj mezin dibe. Welatiyê bi navê Zekî Aşan ê ku ji çavê xwe emeletiya kataraktê derbas kir piştî ji ser maseya emeliyetê rabûr berê xwe da Pirsûsê û di nava berxwedanê de cihê xwe girt. Aşan, diyar kir ku 4 rojin li xeta sînor e û wiha got: "Gelê dixwaze piştgiriyê bide gelê xwe dewletên dagirker astengiyan derdixin û destê nadin derbas bibin." Aşan, anî ziman ku divê hemû kes piştgiriyê bide berxwedana Kobanê û xwedî li Kantona Kobanê derbikevin û wiha axivî: "Roj roja şeref û namûsê ye. Divê hemû kesên dibêjin ez welatparêz im divê xwedî li berxwedana Kobanê derbikevin. Îro roja xwedî derketina Kobanê ye."

Ji Roboskiyê piştgiriya nobeta berxwedanê

Meta Salîh Encu yê ku di 28'ê kanuna 2011'an de di encama bombebarana balafirên tirk de jiyana xwe ji dest da Susin Encu jî bi hevserê xwe 7 rojin li gundê Bêydê yê Pirûsê di berxwedanê de cihê xwe digire. Encu li hemberî çeteyên DAIŞ'ê nobetê digire û diyar kir ku hînî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Kobanê berdewam bikin ew dê nobetê bigirin û destûrê nadin çeteyên bêesli derbas bibin.

'Ji çeteyan re destûr heye lê ji me re tuneye'

Encu, anî ziman ku keça wê Berîtan Goyî di nava refên YPJ'ê de cih digire û wiha bang li ciwanên kurd kir: "Berxwedana Kobanê tenê nehêlin. Li hemberî çeteyan di refên berxwedanê de cih bigirin." Encu, da zanîn ku dewleta tirk piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê û dewletê êrîşên tund li kesên dixwazin sînor derbas bikin kir lê çete bi rihetî sînor derbas dikin. Encu, bilêv kir ku axa ji bo wê şer dikin a kurdan e û wiha axivî: "Li ser vê axê gelek xwîna me hate rijandin. Gelek komkujî li hemberî me çêbûn. Pêvîst be em dê hêj berdêlan bidin û heya dawî em dê ber xwe bidin."

(zt)